Namzetê Serbixwe Karakaya: Divê tu kes mafên kurdan neke mijara bazarîye
Nemzetê serbixwe ya Bidlîsê Cengîz Karakaya destnîşan kir ku dema were hilbijartin dê maf û heqên kurdan nexe mijara bazarîyê û ew ê ji bo mafên kurdan mucadele bike.
Namzetê parlementerê serbixwe ya Bidlîsê Cengîz Karakaya ku HUDA PARê piştgirîye didiye diyar kir ku dema were hilbijartin ew ê ji bo temamê mafên gelê kurd têkoşînê bike.
Namzetê serbixwe Karakaya, di derbarê bendava hilbijartinê ,pirsgiêka kurd û mijarên cûr bi cûr de agahîyên gelekî balkeş bi me re parve kir. Pirsên ku xelk meraq dikir me ji Karakaya pirs kir.
Hûn dikarin xwe bi me bidin nasîn?
Di sala 1975an de ez ji dayik bûm. Min dibistana seretayî û ya navîn li Bidlîsê xwend. Min nêzî sê sala li Bidlîsê serokatîya heyeta rêvebirîya komeleya Best-Derê kir. Zewicîme û 5 zarokên min hene.
Çima hûn serbixwe têdikevin hilbijartinan û çima we tenê li Kurdistanê namzed nîşan dan?
Me dixwest ku di bin ala partîyê de têkevin hilbijartinan. Lê belê ji ber mekaqanûna 1982an di vê mijarê de ji me re astengîyî derdixe me qerar da ku bi namzetên serbixwe têkevin hilbijartinên parlemeterîyê. Weke ku tê zanîn em partiyeke nû ne. Lê bele me li 48 bajaran saziyên xwe temam kiriye. Ji ber ku bi piranî komên ku piştgirîyê didin me ji herêma Kurdistanê ne me jî tercih kir ku giraniya xwe bidin herêma Kurdistanê û bi namzetên xweser têkevin hilbijartinan.
Weke ku hûn jî dizanin, partîyên ku dê têkevin hilbijartinan bi beyanameyên hilbihartinan sozan didin xelkê. Dema ku hûn werin hilbijartin û têkevin meclîsê hûn ê çi bikin? tiştê ku hûn soza wan didin çi ye?
Ez dixawazim bi pêşanî vî tiştî bibêjim, em soza tiştê ku em nekin nadin gelê xwe. Em ji bo ku xelkê xwe bixapînin em ê wan nexapînin. Em soza tiştê beyhude nadin xelkê xwe. Em bi şîara siyaseta rast û edaletê têketin vê rêyê. Dema ku em werin hilbijartin ji bo fêdeya vî gelî her çi tiştê rast û baş hebe em ê bikin. Dibe ku hejamarê me kêm be, dibe ku em nikaribin qanûnan derxin. Lê bele tiştê ku li dijî him maddî û him jî manewî be em ê li hemberê wê bisekinin. Ji ber vê yeke em dibêjin gotinên ku em ê ji bo Kurdistan, Tirkîye û ji bo meseleya pirsgirêka kurd bibêjin hene. Gotinên ku em ê ji bo navê muxalefeta îslamî, ji bo Bidlîsê gotinên me hene.
We got ku ji bo pirsgirêka kurd û ji bo Kurdistanê gotinên me hene. Hûn bi çi çavî li pirsgirêka kurd dinerin? Ji bo kurd û Kurdistanê çi sozên we hene?
Bipêşanî divê sîstem hebûna kurdan qebûl bike û divê ev tişt bi mekaqanûnê were kirin. Divê ji wê zihnîyeta ku ev 100 salê ku dike kurdan asîmîle bike were terikandin. Ew qanûna ku di mekaqanûnê dibêje her kesê ku bi rêya hemwelatîyê girêdaye dewleta Tirkîyeyê ye tirk e, divê were xera kirin. Divê kurd û tirk jî sazkarê vê dewletê werin qebûl kirin. Divê temamê astengîyên ku di pêşîya perwerdehîya zikmakî ye werin rakirin û divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî ya 2yêmîn. Divê ew sînorên di navbera her çar parçeyên Kurdistanê werin rakirin û bibin sembolîk. Çawa ku kesekî tirk bi nasnameya xwe dikare biçe Kibrisê û were, bi heman awayî divê kurd jî tenê bi nasnameyên xwe karibin herin naskirîyên xwe yên li Surîye, Iraq û Îranê ziyaret bikin. Bi heman awayî dewlet divê ji ber wan qetlîam û qirkirinên Gelîyê Zîlan, Dersim û Roboskî ji gelê kurd lê borînê bixwaze. Her wiha divê cihê gorên Şêx Seîd û Seîdê Nûrsî were eşkere kirin. Divê ji bo girtîyên siyasî yên nava welêt û derveyî welêt efûya giştî were derxistin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.