Peyama di Newrozê de hat dayîn, ne hêviya xelkê bû

Peyama di Newrozê de hat dayîn, ne hêviya xelkê bû

Sekreterê giştî yê HUDA PAR ê Mehmet Yavûz, ji bo hinek têkiliyan çû Bedlîsê û li wir derbarê rojevê de nirxandinên girîng dan. Yavûz îfade kir ku peyama newrozê, di civatê de xeyalşikestî pêk anîye.

Mehmet Yavûz, peyama Newrozê, nehemfikra di navbera serokomar û hikûmetê de, gotina serokomar ya “pirsgirêka kurd tune ye” û êrişên li ser camiyên li Yemenê, ji ÎLKHAyê re nirxandin.

Sekreterê giştî yê HUDA PArê Yavûz, da zanîn ku cûr bi cûr sinifên civatê li hêviya peyama Newrozê bûn, lê peyama ku di Newrozê de hatiye dayin, ne hêvî û temenniya civatê bûye.

"Peyama Newrozê, ji hêla naveroka xwe ve, xelk xeyalşikestî kiriye”

Yavûz got di heqê pêvajoyê de kemasîyeke ji yên herî girîng ku gelek caran anîne ziman ew e ku çîteya hêviyê bilind dihêlin, lê bi vê hêviyê re tu îcraat nayê kirin, ev jî di nav gelek sinifên civatê de xeyalşikestî pêk anîye û ji bo pirsgirêka kurd, di warê avakirina  aştiyeke dawîn û daimî de tesîr û bandorên neyînî yên ciddî çê kirine. 

Mehmet Yavûz wiha pê de çû: “Jİ ber vê yekê di vê newrozê de nameya ku dibêjin aydiyê Ocalan e nebûye cewaba tu hêviyan. Rewşeke ku ji newroza 2013an wirdetir çûye pêk hatiye. Ji lew bivê nevê  semîmiyeta di navbera aliyan de, ji aliyê xelkê ve tê pirsîn. Di pêvajoya çareseriyê de ku desteka civakê jê re di asta herî zêde de ye, eger tevgerên bi vî rengî bidomin, ew ê roj bi roj piştgiriya jê re kêm û hindik bibe, ew ê di şûna aştî û mutabaqata civakê de nakokî û jihevqetîn çê bibin. Endîşeya me jî ji vê ye.”

“Di navbera Kandîl û Îmraliyê de nakokîyeke kûr heye”

Yavûz di nirxandina xwe ya der barê naveroka nameyê de weha îfade kir: “Em pir ecêb dibînin ku di nameyê de behsa ji nû de dîzaynkirina Rojhilata Navîn tê kirin û tê meneya derketina pêşberî emperyalîzma kurewî. Nexasim şefên Kandîlê dixwazin Amerîka bibe çavên sêyem û Abdullah Ocalan jî behsa antîemperyalîzmê dike, ev nakokiyek e ku bi nameyê eşkere bûye, dide nîşandan ku di navbera Kandîl û Îmaraliyê de nakokîyeke kûr pêk hatiye, ev jî li ber pêvajoya çareseriyê astengiyeke ji yên herî mezin e.”

“Di navbera serokomar û Hikûmetê de jihevqetîneke teqez heye”

Mehmet Yavûz ji bo nehemfikra di navbera Serokomar û Hikûmetê ya di rojên paşîn de jî got ku jihevqetîneke teqez xuya dibe û weha pêde çû: “Îfadeyên dijraberî yên ku serokomar tîne ziman, bi awayê nayê veşartin, nehemfikra di navbera serokomar û hikûmetê de nîşan didin û bûne sedema nakokîyê. Li ba millet helbet ew ê cewaba vê nakokiyê hebe. Di serî de bê îstîkrariya siyasî, li nav sinifên civakê dibe sebebê bêhizûriyê. Em dibînin ku wê di serî de pîyasa, di cûrbecûr sehayan de wek geşedanên neyînî bi encam bibin. Wisa xuya ye ku ew ê ev mesela di navbera hikûmet û serokomar de bidome. Em dikarin bêjin ku ev jî li ber aştiya civakî, konsesusa civakî, îstîkara siyasî û aborî astengek e.”

“Serokomar dibêje: ‘Pirsgirêka Kurd tune ye' ev bêsiûdiye "

Mehmet Yavûz got ku gotina serokomar ya ‘Pirsgirêka Kurd tune ye’ armanca wê çi be bila bibe, gotinên weha beyanatên bêsiûd in. Yavûz weha dewam kir: “Ev gotina serokomar ya ‘pirsgirêka kurd tune ye’, fêkiya polîtîkaya ku ev serê 20-30 salî ye paradîgmaya ewlekar dimeşîne ye. Me dixwest serokcimhûrê ku bi soz dana avakirina Tirkiyeya Nû derketiye rê û ji hêla civakî ve hêviyeke ciddî pêk anîye, beyanên ku wê ezbera statuko û sîstema ceberûtê xera bikira anîbana ziman.”

Yavûz got ku di vê sefhaya hatin de gotinên Tirkiyeya Kevn bêsiûdî ye û weha îfade kir: “Dibe ku di civakê de di warê bikaranîna peyva Kurd de tu mesele nema be. Cûr bi cûr sinifên civakê ku newêribûn peyva kurd û Kurdistanê bianiyana ziman, niha dîtine ku ev tabûyek e. Divê meriv vêya di çarçoveya heqaniyetê de qebûl bike.”

 “Bila kurdî bibe zimanê fermî”

Sekreterê HUDA PARê Mehmet Yavûz da zanîn ku ne durust e ku mesela Kurd daxin vê noqteyê bi tenê. Gotinên weha xelkê Kurd dilşikestî dikin.

Yavûz weha got: “Ciddî meseleyên Kurdan hene. Ev problemeke sîstemê ye. Berî niha jî me anîbûn ziman. Li meclîsê çend peyvên tên xeberdan, hêjî wek zimanekî nayê zanîn dikevin qeydan. Ji bo rakirina astengên li ber vê yekê ku Kurdî bibe zimanê resmî û bi zimanê dayikê perwerde bê kirin û j bo terîfa welatiyê ya li ser esasê Tirkîtiyê ku hê di qanûna esasî de heye pirsgirêk hene. Bêyî çareserkirina vana, gotina pirsgirêka Kurd tune ye, bi tu awayî rastiyê nîşan nade.”

“Em êrîşên li ser camî û mizgeftan telîn dikin”

Mehmet Yavûz di dawiya nirxandina xwe de êrîşên li ser camiyên Sanaya Yemenê ku tê de zêdetirî 140 kes hatin qetilkirin telîn kir, da zanîn ku êrîşên han bixemgîn û menfûr in û weha got: “Em wek

HUDA PAR bi tu awayî qebûl nakin ku masûmiyeta mescîd û îbadetxaneyan bê xerakirin. Bila ev yek bê zanîn ku li ser kîjan îbadetxaneyê bê kirin bila bê kirin, ji aliyê kê ve bê kirin bila bê kirin, em van êrîşan şedîd şermezar dikin. Camî yan jî mabed dibe ku perestgehên dînên cûda bin, lê îbadetxaneyên destnedayî nin. Ji ber vê yekê qet ne mimkun e ku meriv bi çavê toleransê bi çavê qenc li van êrîşên nefrîn ên li ser îbadetxaneyan binêre. Tiştên weha nayên qebûlkirin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.