Pirsgirêkên siyasî nekin leşkerî
Di demekê de ku meseleya avakirina Fermandehiya Operasyonên Dicle li navçeyên nakokî li ser têkiliyên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê bi tevahî aloz kiriye, çavdêrên Rojavayî dibînin ku "şaşiyeke mezine" eger vê pirsgirêka siyasî bikin pirsgirêkeke leşk
Di demekê de ku meseleya avakirina Fermandehiya Operasyonên Dicle li navçeyên nakokî li ser têkiliyên navbera Bexda û Herêma Kurdistanê bi tevahî aloz kiriye, çavdêrên Rojavayî dibînin ku "şaşiyeke mezine" eger vê pirsgirêka siyasî bikin pirsgirêkeke leşkirî.
Roja îna borî 16`î Mijdara 2012`an ji encama pevçûneke di navbera çend Pêşmerge û hêzeke polîsên fedral de ku demekê li Duzxurmatû hatibû bicihkirin, kesekî sivîl hat kuştin û 8 kesên girêdayî polîs federal û Tîpa 4a Komandoyan birîndarbûn. Tevî ku ev pirsgirêka li ser dora benzînê pêkhat, zû hat kontirol kirin û piştre jî hat ragihandin ku têkiliya ti aliyekî siyasî pê nebû, lê atmesfora navçeyê bi sedema vê aloziya ku hêza Dicle çêkiriye, têrî vê yekê dike ku bi bûyereke biçûk biteqe.
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî rojekê piştî vê bûyerê di daxuyaniyekê de ragihand ku "divê haya me hemûyan ji hewlên têkdanê yên van aliyan hebe ku dixwazin Îraqê berbi alizî û tevliheviyê bibin."
Herwiha got ku hewldane heye bo têkdana peywendiyên dostane yên navbera Kurd û Şîe "planeke ji vê cûrê metirsiyeke mezin li pey heye, loma daxwazê ji hevpeymana nîştîmanî û birayên Şîye dikim ku bi ciddî hişyar bin û kar bikin bo şkestina planên ji vê cûrê." Vê daxuyaniyê daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir ku di pileya bilind a amadebaşiyê de bin "bo rûbirûbûna her bûyereke nexwestî û pûçkirina van planan."
Herwiha ragihand ku Herêma Kurdistanê "di amadebaşiyeke temam deye bo parastina xak û hevwelatiyên xwe." Û daxwaz ji Pêşmergeyan jî kir himber tevgerên azirandinê liber xwe bidin "lê di heman deman de jî di amadebaşiyeke tam de bin bo bersîvdayîna her destdirêjiyeke dijminkarî."
Ev daxuyanî diyar dike ka têkiliya navbera Bexda û Herêma Kurdistanê gihaye çi radeya aloziyê.
Çavdêrên siyasî yên Amerîkî hoşdarî didin ku pirsgirêkên hilawîstî navbera Bexda û Herêma Kurdistanê divê di navbera herdu aliyan de bi gotûbêjan bê çareserkirin û dûr dizanin ku Amerîka destêwerdana van cûrên pirsgirêkan bide.
Di vê derbarê de Cîgirê Serokê Peymangeha Amerîkî bo Aşitî (United States Institute for Peace), Danial P. Serwar bo (Rûdaw) got "Amerîka li ser daxwaza Îraqiyan ev welat terikand, loma tenê Îraqî bi xwe dikarin pirsgirêkên hundir çareser bikin û Amerîka nikare destêwerdana karûbarên Îraqê bike."
Ev lêkolerê Amerîkî hoşdariyê dide herdu aliyan ku îhtîmala her pevçûneke leşkirî wê zerarê bide aborê welat, herwiha got "şaşiyeke mezine eger pirsgirêkeke siyasî bikin pirsgirêkeke leşkirî, bi taybet li welatekî ku niha çûye pileya duyemîn a lîsteya welatên endamên rêxistina OPEC de."
Pisporên siyasî yên Amerîkî di vê bawerê de ne ku Amerîka ne berpirse ji çareserkirina pirsgirêka navçeyên nakokî li ser û dibêjin îmkanên ti aliyekî nînin bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Kurd û Ereban de, tenê ew du alî bi xwe dikarin vê yekê pêkbînin, bêyî li berçavgirtina van goşarên ku Amerîka di berê de li Kurdan kirine.
Derbarê vê yekê ka Amerîka weke hêzeke mezina cîhanê û aliyekî bi bandor, berpirsyariya xwe tune bo çareserkirina van pirsgirêkan bi taybetî pirsgirêka navçeyên nakokî liser ku girêdayî maddeya 140`a destûrê Îraqêne û di sala 2005`an de li bin çavdêriya Amerîka hatiye nivîsandin, Berpirsê Beşa Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîka yê Rêxistina Grûpa Qeyranên Navnetewî (International Crisis Group), Yust Hilterman di vê bawerê deye ku Amerîka siyasetên xwe bi vê şêweyê plannake û bo (Rûdaw) got "Amerîka siyasetên xwe li ser bingeha berjewendiyên xwe datîne, lê ne li gor berpirsyariya exlaqî." Herwiha got "ez pêşbînî dikim ku vê carê jî Dewletên Yekgirtî hewlên xwe dide bo aramkirina rewşê, weke çawa berî çend mehan karî pirsgirêka Zummar çareser bike, lê tevî vê yekê jî ez nebawerim ku Amerîka bikare pirsgirêkên navbera Kurd û Ereban çareser bike. Kesê din jî nikare van pirsgirêkan çareser bike, tenê Kurd û Ereb bi xwe dikarin çareser bikin."
Hilterman derbarê çawaniya çareserkirina van pirsgirêkan baş dibîne ku herdu alî vegerin ser masa dialogê, ji ber ku ew bawer dike ku tenê ev rê dibe sedema aramkirina rewşê û çareserkirina van pirsgirêkan "ev pevçûna nû vê metirsiyê dupatdike ka çi diqewme. Eger proseyek nebû bo çareserkirina pirsgirêka navçeyên nakokî li ser, pêwîste herdu alî gotûbêjan bikin, lê ne rûbirûyî hevdu bibin û bi vê şêweyê tenê encamên xirab jê derdikevin." rudaw
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.