Qiyama Şêx Seîd mucadeleya tewhîdê bû

Qiyama Şêx Seîd mucadeleya tewhîdê bû

Dîroknasan ji ber munasebeta salvegera 86emîn a îdamkirina Şêx Seîd û hevalên wî nirxandininan kirin û destnîşan kirin ku qiyama Şêx Seîd mucadeleya tewhîdê bû.

Lêkolîner û nivîskar Sîdar Ergul, ji ber munasebeta salvegera 86emîn a şehîdkirina Şêx Seîd û 47 hevalên wî destnîşan kir ku qiyama Şêx Seîd ne hereketa neteweyî ne jî qiyamekî kurd e.

Sîdar Ergul di derbarê mijarê de wiha axivî: “Şêx Seîd, li Kurdistanê şexsekî navdar bû û li Kurdistanê kesê herî muhîmtirîn bû. Şêx Seîd  li Tirkî,Eraq Sûriye û Îranê bi wesfê alim û rêber dihat naskirin. Şêx Seîd jî mîna bavê xwe li medreseyan bi wesfên muderîs, alim û zaneya fiqhê fealîyetan dikir.

Ergul axavtina xwe ya di derbarê Şêx Seîd de wiha domand: “Şêx Seîd, him felsefeya Yewnanî him felsefaya Ereb a îslamî baş dizanîbû. Her wiha Şêx Seîd, li edebîyata kurd, tirk, ereb û farisî hakim bû. Ji xeynî van him ilmên kelam û mantikê him jî gelek ilmen îslamî yên din jî baş dizanîbû. Şêx Seîd bi van wesfên xwe  li derdora xwe dihat nas kirin.

“Çawa ku cimhurîyet hat îlan kirin êrîş li qedr û qiymetên îslamê hatin kirin”

Ergul axavtina xwe  wiha domand: “Çawa ku cimhurîyet hat îlan kirin gelek êrîş li  qedr û qiymetên îslamê hatin kirin. Medrese hatin girtin, vekaleta şer’î  hat rakirin. Derbe li şerî’atê xistin.”

 “Şêx Seîd ne qiyama neteweyî bû , qiyama mucadeleya tewhîdê bû.”

Ergul di derbarê qiyama Şêx Seîd de wiha ragihand: “Şêx Seîd  û hevalên wî dema li wan rojên zilm, zordarî û qetlîamê hatin girtin û  wan anîn Diyarbekirê.  Piştî ku Şêx Seîd û hevalên wî tênin Amedê  Şêx Sêîd tê darizandin.Dema em mudeafaya Şêx Seîd a mehkemê dinerin em çêtir fêm dikin ku armanc û daxwaza qiyama wî çibû. Di mudeafayê de tê destnîşan kirin, ji ber ku zilm li xelkê tê kirin, kufur li her derî belav dibe û  êrîş li îslamê tê kirin  qiyam wacib e. Em ji vir pê derdixin ku qiyama Şêx Seîd ne qiyamekî neteweyî bû, qiyamêkî îslamî û qiyama mucadeleya tewhîdê bû.”

Ergul, axavtina Şêx Seîd a ‘qiyam  ji bo Xwedê û dînê Wî ye’ bi bîr anî û wiha axavt: “ Şêx Seîd tu carî serî li ziletê netewand.  Şêx Seîd dema ku li Dax Kapiyê(Qada Şêx Seîd) wê bê îdam kirin di rûyê wî de tirs û teredud tunebû, her wiha dema ku ew ê hatiba îdam kirin ne bitirs; bi tekbîran, biizet û bişeref  çû cihê îdamê. Ya rastî sedema hebûna xwe anîbû ziman û gotibû ku qiyam û mucadeleya min ji bona Xwedê ye.”

Weke ku tê zanîn  di encama qerara  Mahkemeya Îstîklalê de Şêx Seîd û 47 hevalên wî hatibûn îdam kirin.Hêj jî cihê cinazeya Şêx Seîd nayê zanîn.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.