Sizden Gelenler

Sizden Gelenler

Rola Jinan

Hadîseyên berê tên gotin de ku îbret û şîret ji wan bên girtin. Lewra tiştên ku ummetên berê kirine, ew jê mesûl in, em ji wan tiştan mesûl nabin. Eger em bi fê’l û kirinên wan, yan jî ew bi fê’l û kirinên me mesûlbana, bê şek ewê neheqî bihata kirin. Li gor qaîda Îslamê, her kes ji kirinên xwe mesûl e.

Xwedayê mezin di Qurana pîroz de, behsa gelek dewr û pêxemberan dike. Di nav van dewran de, ji Kurdan bigre heta Tirk û Ereb û Faris û gelek qewmê din, jiyiyane. Ji wan qewman îro hinek li meydanê ne, hinek jî deng û hes ji wan nayê. Bi fermana Quranê “Ew ummetek bûn. Hatin û çûn. Tiştên kirine ji wan re ne, tiştên hûn dikin jî ji we re ne. Hûn ji kirinên wan nayê pirsîn.” Dîsa fermana Xweda ye ku “Heta qewmek /komek (rewşa xwe) neguherîne, Xweda wan naguherîne.”

Meriv dikare bêje ku di hebûna qewmên niha li ser piyane an hê jî di pelê tarîxê de li meydanê ne û fikrek yan jî netewê xwe temsîl dikin de, rola jinan mezin e. Lewra medeniyet û şarezatiya qewm, bi gelek riyan ve, bi wan derbasî nifş û nesla nû bûye. Mîna pêşiya gotine “Dê hejandiye, dê mêjandiye.” “Zarok li ser milê dê mezin dibin.”

Dîsa meriv dikare bêje ku yek sebebê xerabûn û hilweşîna wan qewmên ku îro deng û hes ji wan nayê, ev e ku qedr û qîmeta jinan li ser heqî û rastiyê nedane wan. Ya tenê can û cînseyeta wan, ji bo kêf û zewqa dinyê ji xwe re kirine amanc. Ya di her şert û mercê de jin jî xistine şer û kirine sebebê şer. Ya bi çavê nîvînsanî û mîna mal û eşya li jîna nêrîne. Yan jî di civakê de, ji bo fihûş û fê’lên xerab, jinan kirine wasîte. Evana tev jî, bûne sebebê hîlaka wan qewman. Bi gelek awayî, modernîzma niha jî, van xerabiya bikartîne. Çiqas rast, tê gotin ku di hinek dewrên zerdeştiyan de heqaretên mezin li jinan hatine kirin. Qral Yezducerd bi qîza xwe re, Kambyses ê kurê qral Kyros bi xweha xwe Atossa re zewicîne. Di Sumera de jî, jinên ku ji teref mêran ve li wan zulim bihata kirin, wan didanîn ber perestgehan. Qaşo jin di civakê de xwedî peyv dibû, lê li ber mêra har dibû, bê ûjdan dibû. Meqsed ew bû ku bi jinên wiha, karibin zilama bikşînin ser şer. Evya jî polîtîkayên kedxwar û serokên zalim yên wê dewrê bûn. Milletê Kurd ne hewceyî van çîroka ne.

Bêşek namûs yek esasê parastina millet û nesl e. Milletê ji namûs û ğîretê dûr bikevin, ne kevneşopiyên xwe dihefidînin, ne jî nesleke paqij û bisihhet li dû xwe dihêlin. Di hinek dewrên wisa ku ji namûs û ğîretê dûrketine de, şer û kuştin destpêkirine. Dagirkerî û bêûjdanî belav buye. Millet bi hinek malik û bavikan ma ye. Dibe ku hinek qehremanî kiribin, hinek qesr û koşk û kelhan avakiribin, lê li dû xwe medeniyet nehiştine. Lê di tarîxê de bûne nîşana ‘îbretê, ji wan tu deng û hes nemaye. Li gor Îslamê, fîtna zaroyên Îsraîliyan jî ji ber jinan qewimiye.

Kurd li ser namûsê wiha dibêjin “Jina baş namûsa mêrê xwe ye.” “Serê bênamûsa nakeve bihuştê” Jinên Kurd, di dîroka xwe de bûne sembola namûs û ğîretê. Ji ber vê yekê ye ku heta niha nav û dengê Kurdan heye, ziman û çanda Kurdan dewam kiriye. Bêşek medeniyeta Kurdan, tenê ne bi şer û mucadela hatiye kirin li ser piya maye, belkî bi saya vê ğîret û parastina edeba xwe gîhaye dewra îro.

Fikr û felsefên ğeyrî Îslamî, di dewrên berê û niha de xwestine bi saya jinan, zilama bikşînin ser şer. Mîna pêşî dibêjin “Mêra xwe avêtin kewarê, jina şandin hewarê” Ev jî buye sebebê kîn û nefretê, dijminantî û bêğîretê. Li ser vê, meriv dikare bêje, di nava fikr û felsefên kufr û cehaletê de, jin di navbera şerm û girûrê de hatine perçiqandin. Lê bi heyata Îslamî gihane derenca herî bilind ya ku heya û îffet e, îftîxar û cennet e. Pêxemberê Xweda dibêje “Cennet di bin lingê diyan de ye.” Di hejmarên borî de behsa alimên jin ên Kurd hatibû kirin. Kurd dibêjin “Qîz hene bi heft kuran nadin.” “Kulfet heye ji sed mêrî zêde ye”

Qewmê Kurd û Çeçen û Filîstîn, îro ji gelek alî ve dişebihin hev. Nêzî sedsalan e li ber zulm û qetlîaman, berxwedana tekoşîna hebûna xwe û azadiya xwe didin. Di bin ewqas zulm û qetlîaman de, eger jinên wan jî mîna mêra tenê şer ji xwe re bikirana amanc, bêşek heta niha deng û hes ji wan jî nema bû. Lê belê jinên wan nesla nû bi îman û ğîretê heta niha perwerde kirine. Pêşî dibêjin “Jin stûna malê ye.” Jin û mêr tevr û bêr” “Avahiya mala di destê jinan de ye.”

Cehaleta modernîzma niha, mîna cehaleta kevn û berê, dixwaze ji can û cînsiyet û deng û naz û nazikiya jinan îstîfade bike. Wekî berê jina bi cahil û nîvînsan nahesibîne. Lê belê bi tiştên ku wê jina bike hêsîrên modernîzmê û wê jinan li ber mêra rake piya xwe pêş dike. Îcar behsa azadî û serbestiya jinan; serbixwebûna jinan ên aborî, kulturî û hunerî; şikandina qeyd û quflên kevinperestî û rizgariya ji zordestiya mêran; dev jê berdana namûsê û hurriyeta bi serê xwe dike. Di koka van gotinên biriqandî teva de, meqsedên kedxwarî û kapîtalîzmê, fikr û felsefên ğerbî hene ku îro di reklam û pazar û pazargehan de jinan bikartînin.

Jin û mêr azad in lê ne di exlaq û edeb û îffet û namûsê de. Jin û mêr serbest û hurr in lê ne di kêf û zewq û sefaheta eşkere de. Lewra pêşiya gotine “Jina bi fedî bi gundekî, mêrê bi fedî bi kundekî” Jin dikarin di gelek seha de bixebitin lê biqasî li ser silametiya civak û millet, sebebên fîtne û xerabî neqewimin.

Di fitret û xulqiyetê de, di cinsiyetê de, di fikr û meyl û tepkiyên li ber hadîseyan de, di hêz û qewet û qudretê de bêşek di navbera jin û mêr de cûdatî hene ku li ser niqaş nayê kirin. Feqet di naskirina Xweda de, di îbadeta jê re û di avakirina qencî û însaniyetê de, her dû jî mîna hev mesûl in. Di dewrên ku Îslam pêş ve çuye de, jinên Kurd xwe dane îlm û xwendinê. Di medresan de ders dane, xwendekar rakirine, li ser navê xwe medrese avakirine. Di van dewran de talûka nesl û civakê tune buye. Feqet di dewrên ku kufr û cehalet eşkere bûne, mîna sitariya civakê, stariya jin û zarokan ji xerabiya cihaletê jî, hewce buye. Ji bo parastina nesla nû jinên musluman xwe neavêtine nav cereyana cehaletê. Her çiqas ğerbînperest bêjin Îslam jinan heps kiriye jî, amanca gotinên wan xerakirina civaka Îslamî ye, ne heqdayin û azadiya jinan e. Lewra îro li welatên rojava, pêşeroja civak û nesla nû, ji ber xerabûna malbatê û rakirina heya û namûsê, di bin talûkê de ye û herkes dizane ku kufr û bêedebî, femînîzma berradayî û bêğîretî, tu qîmet ji jinan re nehiştiye. Tenê di destê polîtîkaya kêf û qezenca dinyewî de kirine lîstok û materyal.

Eger ne ji îman û ğîret û paqijî û îffet û hîmmet û namûsa dayik û jinên Kurdan ba, ne Melayê Cizîrî, ne Şex Ehmedê Xanî, ne Şêx Ûbeydûllah û Şêx Seîd, ne jî Selaheddîn û Huseyn û Seîdê Nûrsî, ne dibûn medarê îftîxara milletê Kurd.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.