Salvegera Jenosîda Helepçeyê
Serekdewletê Iraqê zalim Seddam Huseyn, piştî Inqilaba Îsamiya Îranê, bi emrê Emrîka êrîşî Îranê dike.
Serekdewletê Iraqê zalim Seddam Huseyn, piştî Inqilaba Îsamiya Îranê, bi emrê Emrîka êrîşî Îranê dike. Piştî çend salan, digel ew qas alîkarî û desteka welatên Rojava û Emrîka jî, Iraq ji ber Îranê vedikişe. Li hêla sînorê Îranê lebatên Îslamî yên Kurdan jî nexasim hereketa Şêx Osman, li ber eskerên Seddam gelek zaferê bidest dixin.
Piştî ku Îran û Iraq di çarçova dewletên yekbûyî de, li hev dikin û agirbestî pêk tê, zalimê Seddam li ber Kurdan dest bi operasyona Enfalê dike. Operasyona Enfalê, ji serê Adarê dest pê dike heta îlonê dewam dike. Li bakurê Iraqê li ser Kurdan, li başûrê Iraqê jî, li ser muslumanên şiiyan zulm û bombardiman dibare. Nexasim li hêla bakur, ji bo Kurdan ewqas qirarên wehşiyane tên dayîn ku, însan li dijminê xwe nake. Ewê hemî gund û bajarê gundan, rê, pir û stargehên wan, digel baxçe û zeviyan bên xerakirin, şewitandin, bombardimankirin. Ewê kurd biçûk û mezin bên kuştin û bên girtin.
Welatên rojava xisûsen Îswîçre, Elmanya, Fransa, Îngîlîstan û Emrîka û Rûsya, bi wasîteya şîrketên Yahûdiyan di ser lîmana Mêrsînê re, ji zalimê Seddam re sîlehên kîmyasalê dişînin. Berî niha jî gelek cara zalimê Seddam, li ber eskerên Îranê sîlehên kîmyasalê bikaranîbû. Emrîka, Ewrûpa û dewletên yekbûyî çavê xwe ji Seddam re girtibûn.
Kîmyasal Eliyê Hesenê Mecîdê qomandarê zalimê Seddam, operasyona Enfal ya li hêla bakur yanî li ser Kurdistanê îdare dike. Di 16ê Adara 1988an de, li ser ezmanê Helebçe, ‘ewilî teyare difirin. Kaxizan davêjin, bi vî awayî hêla bayê fam dikin. Piştî nîvro jî teyarên bêîman, tên fuzeyên kîmyasalê li ser bajarê Helebçeya 70 hezarî û li navçe û bajarokên derûdora Helebçê dibarînin. Di hukmê çend saetan de, zêdetirî 5 hezar Kurd, pirê wan digel zarûzêç bi komanî li ser hev, di mal û stargehan de, li kuçe û kolanan, bi carekê ve tên qetilkirin. Çend qatê wê jî, bi nexweşiyên giran birîndar dibin, bi salan êş û zehmetiyê dikşînin. Eskerên Îranê, hinek rojnamevanên welatên din, bi xwe re dibin û wehşeta qetlîamê nîşanî dinyê didin. Gelek birîndar bi salan li nexweşxanên Îranê tedawî dibin.
Omer Xawer bavê heft qîzan bû. Xweda du heb kurên cêwî danê. Di heyama kîmyabarandinê de, Omer Xawer xwest ku kurekî xwe xelas bike. Lê firsend nedî ku bireve, bi awayî kurê wî di himêzê de ket xwarê û resmê şehadeta wan bû sembola qetlîama Helebçê.
Heta meha Îlonê di operasyona Enfalê de, dora 180 hezar Kurd tên qetilkirin, bi deh hezaran kes birîndar bûn. Gelek kes jî hatin girtin û carekê din ji wan tu xeber nehat stendin. Zêdetirî milyonek Kurd, derbasî hêla Îran û Tirkiyê bûn. Ji ber Seddamê zalim xulamê Emrîka û Ewrûpa bû, dinya ji vê qetlîam û jenosîda wê re, kerr û korr û lal û bêdeng ma. 25 sal bi ser qetlîam û jenosîda Helebçe re derbas bûbe jî, birîn û mezlûmiyeta wan hê tezeye. Lewra tek sûcê wan ew bû ku, kurdê musluman bûn. Rebbê mezlûma rehma xwe li mezlûm û şehîdên Helebçê bike û qehr û laneta xwe jî li zalimên hov û har bike.
Mezlûm û şehîdên kîmyabarana Helebçê, her sal bi çalak û aktîvîteyan tên bibîr anîn. Komela Mustezefan, vê hefteyê hefteya mustezefên cîhanê îlan kiriye. Di vê çarçovê de ji bo bibîranîna van şehîdan, piştevaniya bi mezlûm û mustezefan re, bal bikşîne ser van zulm û qetlîaman û li zaliman lanet bê barandin, hinek fealiyetan li dar dixe. Pêşangeha ewil ya wêneyên van wehşetan, li ber camiya mezin ya Diyarbekir hat lidarxistin. Di resm û wêneyan de ji zulm û wehşetên rejîma cimhûriyetê yên li ser xelkê Kurd, zulma Rûs û siyonîst Îsraîl, ji wehşeta li Bosna, Sûriyê û Myanmarê jî hene.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.