Yapicioglu: PKK/HDP bi hemû komên kurdan re pirsgirêkan dijî
Namzetê xweser a Diyarbekirê Zekerîya Yapicioglu di mîtînga hilbijartinê ya ku li Amedê li darxist de destnîşan kir ku PKK/HDP bi hemû komên kurdan re pirsgirêkan dijî.
Namzetê serbixwe ya Amedê Zekerîya Yapicioglu ya ku HUDA PAR piştgirîye didîye digêl siloganên ku tim û tim li dijî HDP/PKK û Selahadîn Demîrtaş dihat avêtin dest bi axavtina xwe ya mîtîngê kir.
“Ew HDPya ku ji xwînê têr nabe bi temamê komên kurdan re pirsgirekan dijî”
Yapicioglu bi silavkirina bi kurdî(zazakî, kurmancî) û tirkî dest bi axavtina kir û wiha got: “Belkî em ê li vê meydanê mîna şahiyekî mîtînga xwe kiribana. Lê belê ew xebera şehîdîya hevalên me dile me şewitand. Cardin PKK/HDP wezîfeya xûyên xwe bi cî anî, cardin xwe aşkere kirin. PKK/HDP li hemû cihî wiha ne. Li ku derê di navbiran 2 partîyan de gengeşî hebe, miheqeq yek ji wanan ev kes in. Hêj berî vê 2 rojan di navbira sînorên Kurdistan Îranê û Kurdistana Ireqê de gelo di navbira wan û KDPya Îranê de şer derneket? Gelo li wê derê nexwestin ku temamên partîyan têxin bin îdareya xwe an jî wanan ji wê derê derxînin? Li Kurdistana Tirkîyeyê jî yên ku stûyê xwe li ber wan natewînin qey nexwestin hedef? Gelo ma negotin têketina vê derê ji wan kesên din re bi xeter e û qedexe ye? Di ser van hemû tiştan de qey negotin tu eleqeya me bi van tiştan re tune ye û tinazê xwe li xelkê nekirin?”
“Hewl didin da ku bendava hilbijartinê bi xwîna mezlûman tijî bikin”
Yapicioglu destnîşan kir ku HDP/PKK ji bo bendava hilbijartinê tije bike dê xwîna bi hezaren mezlûman birjîne û axavtina wiha domand: “ Bi hezaran gundên ku hatin şewitandin, herikandina xwîna 40 hezar mirovan bendavê tije nekir. Bi komên çepgir ên marjinal bendavê dagirtin, di ser de jî şefqeta bavîtîyê yê Aydin Dogan têxistin serê lê bele bendav dîsa tije nebû. Tirkîyeya yekfikrî, senarîstên sermaya Adarê jî têxistin nava vê bendavê lê dîsa tije nebû. Di 6 û 8ê cotmehê de xwîna 52 kesan têxistin nava vê bendavê dîsa tije nebû. Wan kesên ku ji exlaq,namus û ji şerefe bêpar mabûn jî têxistin nava vê bendavê, lê belê cardin tije nebû û tije jî nabe. Çima tije nabe? Lewra binê temelê qul e. Lewra bi kurdan re şer dan dest pê kirin, bi namus û bawerîya kurdan re şer dan dest pê kirin û ji bo xerakirinê hewl didin. Ji ber vê yekê her tim hewldidin da ku wê bendavê bi tiştinana dagirin. Duh li Hezexê jî, ji bona xwîna birayên me li vê bendavê zêde bikin qetil kirin.”
“Ji bona wan, kesên çepgir ên marjinal bira ne lê belê kurdên misilman dijmin û neyar in”
Yapicioglu di derbarê HDP/PKKyê de axavtina xwe wiha domand: “ Tu eleqetîya van bi mezlûmtîya kurdan re tune ye. Ev kes ji bo wê fikrên xwe yên kevin têxin feelîyetê, axa Kurdistanê hilbijartin. Dema ku têra xwe kurd dan li pey xwe û xwîna bi hezaran kurdan heder kirin êdî fikra Kurdistanê avêtin sergo. Gelo me ne ew kes bûn ku êrîşî standa wan kesên ku xweserîya Kurdistanê dixwastin kirin? Ew kes, kurdên ku wek wan ne difikirîn qey ji xwe re dijmin nehesibandin? Li cem wan kesan, kesên ku sosyalîst û Xwedênenas bira ne, lê belê kurdên ku wek mîna wan nafikirin dijmin in. Me çend caran got û em carekî din jî dibêjin her kî ji bo menfeat, mal û meqamê kîn û dijmintîye têxe nav ciwanên kurd dijminê herî mezin ew e.”
“Hûn ji me 27 hezar kesên din jî qetil bikin em ê van deran terk nekin”
Yapicioglu wehşeta ku di 6 û 8ê cotmehê de hatibû kirin û qetilkirinên ku li Xanikê hatibûn kirin bi bîr anî û wiha got: “ Dawîya we nêz e, hûn ê wê destek û alîkarîya li pişta xwe winda bikin. Dixwaze bila zû be dixwaze bila dereng be hûn ê bihelin. Heger hûn helîn û tunebûnê naxwazin, divê wê demê ji wan tiştên ku we kirine poşman bibin, divê hûn ji van tiştan tewbe bikin. Divê hûn ji Xwedê Teala efû û mexfîretê bixwazin. Divê hûn bi orfên xelkê re di nav aşîtîyê de bin. Ez dixwazim ji vê derê tiştekî din ji we re bibêjim. Ey xwînmijên ku ji mijandina xwînê têr nabin. Ev Diyarbekir di 27ê gulana 639an de ji teref artêşa îslamê ve ji bin dagirîya Bîzansê hatiye xelas kirin û ji wê tarîxê heta îro jî ji bin hakimîyeta îslamê derneketîye. Heger hûn vî rastîyê nizanibin ez ji we re bi bîr bînim. Her wiha li vê Diyarbekirê 27 hevalên Hz Muhammed Mustafa yên ku şehîd bûne radizin. Ev ne hindik e. Heger hûn ji bo wê fikr û îdeolojîya xwe ya ku kevn û kohnê bûye hakim bikin ne 27 hûn 27 hezaran ji me qetil jî bikin em ê van deran terk nekin û van deran ji destên we re nahelin.”
“Ey Demîrtaş em neynokekî birayên xwe nadin wan mewkî û meqaman”
Yapicioglu her wiha di derbarê Selahadîn Demîrtaş de wiha peyivî: “ Li gor gotina Demîrtaş ji bo her du hevalên me yên ku hatine qetil kirin sersaxîye dixwaze. Ka lê binêrin dema ku vî tiştî jî dibêjî ne poşman e. Qaşo ji ber vê bûyerê xemgîn bûye, bi vê gotina xwe jî heqerete li me dike. Lewra dibêje ku ‘bi dîqet bin û newin provakasyonan. Hinek dibe ku ji meqam û mewkî dikarin xwîne birjînin.’ Ey Demîrtaş em neynokekî birayên xwe nadin wan mewkî û meqaman.”
“Navbeynkar jî sextekar in”
Yapicioglu di derbarê navbeynkaran de axavtina xwe wiha domand: “ Referansa me îslam e. Bawerîya me ji me re dibêje ku; neheqî kuştina mirovekî , mîna kuştina temamê însana ye. Em ji herikandina xwîna însanan re nerazî ne. Hemû kes baş dizane provokator kî ne. Her li ku derê pêvçûnek hebe û ji wan terefên di nav pêvçûnê de her tim yek ji wan ew bin , divê ev tiştekî manedar be. Hejmara şeytanên bêziman zêde dibe. Hûn ê jî bibenin ku piştî vê bûyerê dê werin û ew ê bixwazin ku bibin navbeynkar û ew ê ji terefan sukûnetê teleb bikin. Em dixwazin ji wan kesên ku ji vê bûyerê newêrin bibêjin ku ev êrîş e vî tiştî bibêjin: Hûn jî sextekar in.”
“Afîşên me diqetenin û îftîrayan diavêjim li ser me”
Yapicioglu di derbarê buhtan û îftîrayan de jî wiha nirxandin kir: “Afîşên xwe li ser ên me ve dizeliqenin. Çima wiha dikin? Em sedema vî tiştî ji daxuyanîya rayedarekî wan fêm dikn. Beyannameyekî hilbijartinê îzah kirin. Di beyannameya ku îzah kirin de peyva Kurdistanê tune ye. Her wiha hejmara peyva kurd ji hejmara peyva LBGTÎyê kêmtir e. Di cihê ku peyva kurd derbas dibe jî ji bo projeya asîmîle kirina kurdan bi kar anîne. Wan gotibû ku me Kurdistanê avêtîye çopa tarîxê. Li ser afîşên me ‘Ji bo Kurdistanê gotinên ku em ê bibêjin hene’ dinivîse. Di ser vî halê me de ji bona me dibêjin ku koma ku hebûna kurdan qebûl nake. Fedî bikin. We qerar da û hûn bûn Tirkîyeyî. Hûn li bajarên Tirkîyeyê da pey wan kesên ku îdeolojîya wan dişibe ya we. Hûn bi bêexlaqan re bûn heval û dost. Qe nebe êdî nebêjin em tenê temsîlkarê kurdan in.”
“Bila hikumet ji ser xwîna me siyasetê neke”
Yapicioglu destnîşan kir ku hikumet ji ser xwînên ku hatine herikîn siyasetê dike û axavtina xwe wiha domand: “ Di 6 û 8ê cotmehê de li Diyarbekirê qetlîamek hat kirin û me 6 ezîzê xwe şehîd da. Hikumet ji bo wan bûyeran 2 heftîya bêdeng ma. Ji ber ku raya giştî û çapemenî bertek nîşan da êdî hikumet navê Yasîn Boru bi bîr anî. Hinek qetilên ku Yasîn Boru û 3 hevalên wî dihatin hesibandin hatin bin çav kirin û hinek ji wan hatin girtin. Gelo qatilên Seyda Turan, Cumalî, Cengîz û qatilên Ûbeydûllah Durna li ku ne? Bi sedan êrîş li me hatin kirin. Ji ber tesîra çapemenîyê tenê çend qetil hatin girtin. Berî vê çend roja li Batmanê ji ber ku çend kevir avêtine otobusa hilbijartinê , wezîr beg derket û bertek nîşanî vê bûyerê da. Ey wezîr beg! Bi sedan êrîş li me hatin kirin. avahîyên me bûn xopan û kavil. Tu hingî li ku bûyî? Davutoglu yê ku li serê hikumetê ye di derbarê bûyera gundê Xanikê ya Hezexê de wiha gotiye ‘ Li wê derê 2 bi rayên me yên ku endamê partîyekî bûn hatine qetil kirin.’ Navê wê patîya ku wan kesên ku endamê wê ne nade. Ez ji vir jê re dibêjim. Ji ser xwîna me siyasetê neke. Heqê te ji vî tiştî re tune ye. Tu vê memleketê îdare dikî. Heger tu serokwezîr be van qatilan derxe holê.
“Hikumet wan projeyên kûr temaşe dike”
Yapicioglu wiha dawî li axavtina xwe ya mîtîngê anî: “Li vê derê hinek kes ji bona kesên dîndar û nîzama îslamî qebûl kirine ji holê rabikin îhale dana hinekan. Sefîrekî Edenê bi navê Espînoza heye. Ev kesê bêoxir duh dîsa li Diyarbekirê bû. Me vî tiştî berî niha çend caran anî ziman. Gelo di derbarê vî sefîrî de tu tişt hat kirin? Hikumet çi dike? Hikumet rûniştîye temaşe dike.(İLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.