Yilmaz: Em Mafê Cudabûna Kurdan jî Diparêzin
Serokê Damezrîner ê partiya nûdamezrandî Huda-Par’ê, Huseyîn Yilmaz, got heta ji destê wan tê ew dixwazin pirsgirêka kurd di nava sînorên Tirkiyeyê de çareser bibe, lê eger Tirk vê yekê qebûl nekin, wê çaxê weke çareya dawîn ew mafê cudabûna Kurdan jî dip
Komeleya Mustazaf-Der’ê, ku weke saziyeke Hîzbûllahê hate sûcdarkirin û ji aliyê dadgehê ve hate girtin, partiyeke bi navê Huda-Par ava kir. Huda-Par ku navê xwe ji Partiya Doza Azad werdigre, wê li bajarên Kurdan xwe birêkbixe û di hilbijartinên herêmî de jî hewl bide ku hin şaredariyan bi dest bixe. Serokê Damezrîner ê Huda-Par’ê, Huseyîn Yilmaz, hem serokê Mustazaf-Der’a berê ye û hem jî parêzerê bersûcên Hîzbûllahê ye. Yilmaz hem derbarê pirsgirêka kurd û hem jî hilbijartinên herêmî de ji Rûdawê re axivî.
‘Ne AK Partî û ne jî BDP nikarin nûnertiya Kurdan bike’
Piştî ku komeleya we hate girtin we biryara avakirina partiyeke siyasî da. Ev fikir çawa derket holê?
Di pêvajoya komeleyê de em rastî gellek pirsgirêkan hatin. Li Tirkiyeyê mafên siyasî yên komeleyan tine ye lê me bi vê komeleyê roleke siyasî girt ser milê xwe. Ji ber vê yekê hêzên kûr ji Mustazaf-Der’ê aciz bûn. Di vê pêvajoyê de em rastî serdagirtin, operasyonên binçavkirin û girtinê hatin. Nêzî 100 endamên me ceza xwarin û hin ji wan doza wan didome. Her wiha di gellek çalakiyên BDPê de êrişî avahiyên komeleya me kirin. Heta îro ti partiyeke siyasî nekarî nûnertiya ramana me bike. Em tim bi hevkariya AK Partiyê hatin sûcdarkirin. Lê herî zêde AK Partiyê berê êrişên xwe da me. BDPê jî nekarî nûnertiya me bike. Gelê kurd misilman e. Ne AK Partî û ne jî BDP nikarin nûnertiya Kurdan bike. Xelkê me bi awayekî mecbûrî rayên xwe didan van herdu partiyan.
Hûn tenê Kurdên oldar temsîl dikin?
Referansa me Îslam e. Lê em tenê derdorên îslamî temsîl nakin. Emê bibin deng û rengê hemû bindestan. Emê hewl bidin pirsgirêkên Suryanî, Elewî, Sosyalîst û Ateîstan jî li gorî pîvanên xwe yên îslamî çareser bikin.
‘Navê me yê rastîn Partiya Doza Azad e’
Huda-Par di heman demê de tê wateya ‘Partiya Xwedê’. We ev nav bi taybetî hilbijart?
Navê me yê rastîn Partiya Doza Azad e. Huda-Par kurteya wê ye. Peyva Huda ji hîdayetê tê. Wateya wê ne wateya kurdî ya “Xwedê” ye. Ji ber telafûza kurdî, Huda weke Xweda tê fêmkirin.
Li bajarên Kurdan du partiyên rikber hene. Yek BDP û yek jî AK Partî ye. Hûnê rikberiya kîjan partiyê bikin?
Referansa me Îslam e. Em naxwazin siyaseta xwe li ser van herdu partiyan bimeşînin. Em li gorî kesî siyaseta xwe naneqînin. Em dixwazin ji pergala heyî re bibin alternatîf. Bi herduyan re jî wê rikberiya me hebe. Lê carnan jî em dikarin li ser hin xalan piştevaniya herdu partiyan jî bikin.
‘Em di wê baweriyê de ne ku ev pirsgirêk encax dikare bi Îslamîbûna civakê re çareser bibin’
Li ser xalên çawa?
Derbarê rakirina astengiyên li pêşiya kurdî de em weke BDPê difikirin. Heta em dibêjin bila kurdî bibe zimanê fermî. Di van xalan de aliyên me yên hevpar bi BDP, HAK-PAR û KADEPê re hene. Em di wê baweriyê de ne ku ev pirsgirêk encax dikare bi Îslamîbûna civakê re çareser bibin. AK Partiyê dersên Quran û jiyana pêxember weke dersa bijarte li dibistanan bi cih kir. Em piştgiriya vê yekê jî dikin. CHP li ser girtiyên ku nexweşiya wan pirr giran e, hin xebatan dike. Di vê xalê de jî em dikarin bi CHPê re tevbigerin. Bi kurtasî kîjan rastî li gorî pîvanên me bin, emê bikaribin piştgiriya wan rastiyan bikin.
Di bernameya partiya we de çi daxwazên we yên cuda yên ji van partiyan hene?
Em dixwazin dewleteke ku hemû nîjadên cuda azad bike pêk bê. Yanî Tirk xwedî kîjan mafî bin, divê Kurd û neteweyên din jî xwedî heman mafan bin. Divê dewlet li ser yek neteweyê ava nebe. Ji ber vê yekê em dixwazin hejmara zimanên fermî pirr bin û kurdî jî yek ji van be. Li gorî me herkes dikare di bin banê Îslamê de neteweya xwe azad bike. Xalên me yên hevpar ne Kemalîzm û ne jî Apoîzm e. Ne jî kapîtalîzm e. Îslam haveyna hevpar a vê civakê ye. Eger bêjin em vê haveynê qebûl nakin û divê hemû kes weke me be, wê çaxê mirov dikare rêyên din jî bibîne.
‘Eger Tirk nexwazin bi Kurdan re xwedî heman mafî bin, wê çaxê wê Kurd jî li çareya serê xwe binêrin’
Ev rê çi ne?
Wê çaxê hûnê jî bi neteweya xwe û aliyê xwe yê oldar derkevin pêş. Madem ku hûn qebûl nakin, wê çaxê wê ev tercîh ne ya Kurdan, wê ya Tirkan be. Eger Tirk nexwazin bi Kurdan re xwedî heman mafî bin û bi awayekî hevpar bijîn, wê çaxê wê Kurd jî li çareya serê xwe binêrin.
Yanî Huda-Par mafê cudabûna Kurdan jî diparêze?
Ev çareya dawîn e. Eger hewce bike ev jî wê çêbibe. Hewce bike federasyon jî dibe. Lê heta ji destê me bê em dixwazin erdnîgariya Îslamiyetê perçe nebe. Em dixwazin sînorên ku di navbera Kurdan de jî hatine danîn ji holê rabin. Heta divê sînorên di navbera misilmanan de jî bên rakirin. Di navbera Misilmanan de dikare modeleke weke Yekîtiya Ewropayê çêbibe.
Dema ku partiyek nû ava dibe hin kesên navdar jî derdixin pêş. Huda-Par wê cih bide kesên navdar?
Li gorî pîvanên me emê hin kesan di bin banê xwe de qebûl bikin. Lê heta niha em xwe bi xwe ne. Ji xeynî me ti kesên wisa nîn in.
‘Em dixwazin weke partî bikevin hilbijartinên herêmî’
Huda-Par wê bikeve hilbijartinên herêmî?
Jixwe em ji ber vê yekê lez dikin. Eger em neketana hilbijartinên herêmî, wê çaxê me yê partî derengtir ava bikira. Em dixwazin weke partî bikevin hilbijartinê. Lê cihên ku emê namzetan nîşan bidin hêj nediyar in. Dibe ku em li çend cihan û dibe ku li her derê jî namzetan diyar bikin. (Maşallah Dekak - Rûdaw)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.