ZIMANÊ DAYIKÊ-3

Kurdistan, navê axa Kurd bi hezar sala li ser jîyana xwe didomîne. Di dîrokê de cara yekem bi navê “Kurdistan” eyaletek di dewra Selçûkîya de ji teref Sultan Sencer (1118-1157) ku navenda wê Kela Buharê bû, hatiye avakirin. Kela Buharê nêzîkî Hemedanê ye. Ev eyalet di tarixê de bi navê etnîsîta Kurda ya ewil bi fermî hatîye naskirin. Di wê demê de ku Alpaslan hate Anatoliyayê, di nav artêşa wî de 10 hezar leşkerên ‘eşîretên Kurda hebûn. Di herba Melezgirê de jî Kurd bi Alpaslan re li dijî Bîzansê herb kirin.

Di dewra Osmanî de otorîta dewletê li ser Kurda qels bû. Di 1514an de Kurdan li dijî Şah Îsmaîl bi Yawûz Sultan Selîm re îttîfaq kir. Dewleta Osmanî piştî vê îttîfaqê muxtariyet dan mîrên Kurdan. Di şerrê Dewleta Osmanî û Safewîya de ‘eşîretên Kurdan, xwe dan hêla Osmanîya. Qeweta Kurda di navenda Osmanî de zêde bû. Ji Îdrîsê Bedlîsî heta Şêxulîslam Ebûssûûd Efendî nifşê Kurdê bijarte çêbûn. Qanûnî Sultan Silêman salên di navbera 1525 û 1553an de di weşandina fermanê xwe da navê “Kurdistan” bi aşikare îfade kir. Sultan Ahmed jî, di sala 1604an de di weşandina fermanekê de tabîra “Ûmûm Kurdistan” bikar anî.

Mîrê Kurdan nêzîkî 350 salî di herêmên xwe de hukimran bûn. Di herêmên xwe de ewqas serbest bûn ku fillê di nav wan de xerac him didan Dewleta Osmanî him jî didan mîrên Kurdan.

Dubendîya di nav Dewleta Osmani û ‘eşîrê Kurdan de di ‘esra 19an de dest pêkir. Piştî di Dewleta Osmanî de reformên navendîbûnê dest pêkir, xwestin hukmê mirên Kurdan ji holê rakin. Piştî tepisandina qiyama Bedirxan Beg, di 14ê Kanûna 1847an de li wîlayetên wekî Diyarbekir, Hekarî, Wan, Mûş û qezayên Cizîr, Botan û Mêrdînê bi navê “Eyaleta Kurdistan” eyaletek hat avakirin. Evê Eyaleta Kurdistan di sala 1868an de jî hat rakirin. Piştî vê tarîxê jî êdî bi navê Kurdistan, tu îdarîyek di dewleta Osmanî de nayê dîtin. Sedema wê jî ev bû ku pêşî li dijî fikra neteweperwerîya Dewleta Osmanî bigrin, ji lew fikra Pan-İslamizm xistin rojevê. Bi navê “Biratîya Îslamê” xwestin qewmên musulman di bin hukimranîya xwe de bigrin.

Di dewra Osmanî de perwerdeyî di medresa de dihat dayîn. Her herêmek bi zimanê xwe di medreseyan de perwerde dikir. Piştî ‘esra dawîn dewleta Osmanî ji xerbê hinek nûjenî hilanîn û mektebên nû vekirin. Di van mekteban de perwerde bi zimanê Tirkî kire mecbûrî. Sedema vêya yek jê ev bû; dewleta Osmanî ji ber împaratorî bû, dixwest ew qewmên di bin serwerîya wê de bi ziman û zîhnîyeteke wekhev bi hev re bike yek, da ku ji hev belawela nebin. Ya din jî ev bû; van rewşenbîrên Tirkan ku li Ewrûpa xwendin, di tesîra fikra neteweperwerîyê de man û xwestin evya li nav Osmanî biceribînin.

Dewleta Osmanî, ji ber ku gelek qewm di bin îdara wan de bûn, evya bû sedema belavbûna Dewleta Osmanî. Çimkî piştî ku Dewleta Osmanî Tirkîtî derxist peşîyê, evan qewmên din jî de’wa heqqê xwe kirin û li dijî Dewleta Osmanî serê xwe rakirin.

Bi tabîra Ustad Bedî’uzzeman ku dibêje, “kîja wextî neteweperesta neteweyî ji xwe re kirin me’bûd” di wê wextê de pirsgirêka perwerdehiya bi zimanê dayikê dest pêkir.”

Bi taybetî piştî ku hikumeta Îttîhad û Teraqqî hat îqtîdarê, ev pisgirêk bêtir zêde bû. Ji ber wê yekê di serî de Ustad Bedî’uzzeman û pirê ‘alim û rewşenbîrên Kurdan, cem’îyet û serokên ‘eşîrên Kurdan ji hikûmetê teleba perwerdehiya bi zimanê dayikê kirin. Ustad Bedî’uzzeman daxwazname da hikûmetê û meqalek di rojnama “Şerq” û “Kurdistan”ê de weşand. Di vê meqalê de wiha got:

“Hikûmetê li hinek qeza û gundên Kurdistanê mekteb vekirine. Evya şayanê teqdîrê ye. Lêbelê ji ber zarokên Kurda nizanin zimanê Tirkî, ji van mekteban îstîfade nakin. Ji ber vî awayî bi şertê ku mesrefê wan ji teref hikûmetê were dayîn, bera li Beytuşşebab, Sason û li terefê Wanê dibistanên Îbtîdayi bên vekirin û di van mekteban de bi zimanî Kurdî ‘ilmên dînî û fennî bên xwendin. Bi vî awayî milletê Kurd jî wek wan milletên din, wê nîşan bidin ku xwedî qabîlîyet in û karin di medenîyetê de pêşve biçin.”

Di wê demê de ‘alim, şêx, rewşenbîr û rûsipîyên Kurdan yên Kurdistana Başûr di bihara sala 1907an de di serokatîya Şêx ‘Ebdusselam Barzanî de li gundê Birîfkan li mala Şêx Nûr Mûhemmed Brîfkanî civîyan û daxwazîyên Kurdan bi telgirafê şandin îdara Bab-i Alîya Stenbolê. Daxwazîyên wan jî ev bûn:

1- Li herêma Kurdan bira zimanê Kurdî bi fermî bê qebûlkirin.

2- Perwerdeyî bira bi zimanê Kurdi bê kirin.

3- Kaymaqam û midûrê nahîyan û wan me’mûrên din, ji kesên ku bi Kurdî baş zanibin bira bên tayinkirin.

4- Jiber dînê dewletê Îslam e, divê li mehkema gorî hukmê şerîe’tê bê hukumkirin.

5- Cirm, bira wekî berê bê sitendin. Lê bi perê vê cirme divê mekteb bên vekirin û herêma Kurda bê avakirin.

Dewleta Osmanî evan daxwazîyan red kir û li Kurdan herb vekir. Artêşek di bin qumandarîya Mehmet Fazil Paşayê Daxistanî de şand ser Şêx ‘Ebdusselam û hevalên wî.

Di zemanê herba Îstîqlalê de “Kurdistan” yan jî “muxtariyeta Kurda” timî di rojevê de bû. Serê ewilî ji bo piştevanîya Kurdan bidest bixin, him sozê dînî him jî yên millî dan Kurdan. Jixwe li temamê cepha “bi dijminê derva” re bi navê “hevgirtina muslumana” qûwet dihat çêkirin. Çimkî wan zanibûn ku ne bi navê dîn be, wê nikaribin tu serkeftinê bidest bixin.

Piştê herba Îstîqlalê di 10ê Sibata 1922an de li rûniştina meclisê, qerara ku wê statûya Kurdan çawa be, hatîye sitendin. Qomîserê mezin yê Îngiltereyê Horace Rumbold, di 29ê Adara 1922an de raporekê dişine Lord Curzonê wezîrê karên derve yên Îngiltereyê re. Di vê raporê de qerara di heqê sitatûya Kurdistanê de heye. Bi kurtî hinek madde jê ev in:

1-Meclîs taahudê dide ku milletê Kurd di ahengeke ‘edetê xwe yê millî de îdarekî serbixwe ava bike.

2- Wê Meclîs walîkî giştî ku ji teref Milletê Kurd bê teswibkirin, şexsekî rêveberê xwedî ezmûn hilbijêre.

3- Waliyê giştî wê jibo 3 salan were wezîfedarkirin. Ger milletê Kurd bi piranî wî walîyê nexwaze, wê meclisa millî ya Kurda walîkî nû hilbijêre.

4- Wê meclîsa millî ya Kurda, li wîlayetên şerqê hilbijartina li ser bingeha dengdana giştî bê avakirin û her meclîs wê ji bo 3 salan bê hilbijartin.

5- Mafê Meclîsa Neteweyî ya Kurd heye ku budçeyên dahat û lêçûnên parêzgehên rojhilat kontrol bike û li neheqiyên ku karûbarên sivîl û rêveberiyên ji asta jêrîn têne stendin lêkolîn bike.

6- Heya ku tixûbên wê ji hêla komîsyoneke têkel ve neyên diyarkirin, herêma îdarî ya Kurdistanê wê Wan, Bedlîs, Parêzgehên Diyarbekir, sanjakê Dêrsim û hin navçe û bajarokan bigire nav xwe.

7- Zimanê Tirkî dê tenê di karûbarên îdarî û rêveberiya hikûmetê de di meclîsa neteweyî ya Kurd de were bikar anîn. Lêbelê zimanê kurdî dikare di dibistanan de were fêrkirin, û rêvebir dikare bikaranîna vî zimanî teşwîq bike bi rengê ku bingeha daxwaziya hukûmeta pêşerojê ya ji bo zimanê Kurdî çêneke.

Li alî din ji bo piştevanîya ‘eşîrên Kurdan bidest bixînin, M. Kemal di 1922an de mektûbekê dişîne fermandarê Cizîrê re. Di vê mektûbê de wiha dibêje; “Him ji hêla sîyaseta me ya hundir him jî sîyaseta me ya derve, cîhê Kurd jîyana xwe lê didomînin gav bi gav divê îdarên mehellî (muxtariyet) bên avakirin.”

Axaftinê M. Kemal yên derheqê Kurda û mûxtarîyetê bi taybet jî axaftina wî ya Eskîşehîr û Îzmîtê vê dawîyê hatin sansûrkirin. Di wê axaftinê de dibêje;

“Li gorî Qanûna Esasî jixwe wê celebek muxtariyet-xweserî dê çêbibe. Di wê rewşê de kîjan Lîwa-Wîlayet gelê wî Kurd bin, ewê xwebixwe bi xweserî îdare bikin. Aniha Meclîs him ji wekîlê Kurdan him jî ji wekîlê Tirkan hatîye avakirin û ev her dû unsûr menfî’eta xwe û qedera xwe tevîhevkirine. Yanî ew zanin ku vêya tiştekî hevpar e. Dê ne rast be ku meriv hewil bide ku sînorek cûda xêz bike.”

Lê ji vana yek jî bi cîh nehat. Serê ‘ewilê ji bo piştevanîya Kurda bidestxînin, gelek soz û wa’d hatin dayîn. Piştî karê xwe qedandin, ewan sozê xwe giş jibîr kirin û ser guhê xwe re avêtin.

Kelhaamed

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.